Rapor; Werza hilberîna îsotên Rihayê jî bi qasî tehma wê tûj e!
Îsotên Rihayê ku pêvajoya amadekirina wê jî bi qasî tehma wê 'tûj' e derket ser dezgehan. Hilberînerê 21 salan ê îsotan Mehmet Mermer, diyar kir rexmî ku bi hezaran mirov pê debara xwe dikin jî îsot qîmeta ku heq dike nabîne.
Li gorî nûçeya ajansa Mezopotamyayê (MA), 'Emrûllah Acar' nivîsiye: "Werza îsotên tûj ku çanda mitbexê ya Rihayê dewlemend dike dest pê kir. Îsotên sor ku di bin germa 40 pîleyî de ji nav erdan tê berhevkirin û piştî ku di pêvajoyeke gelek zehmet re tên derbaskirin dikeve rewşa îsotê. Îsotên ku piranî ji aliyê jinan ve ji nav erdan tên berhevkirin, destpêkê bizrên wan ji wan tên paqijkirin. Ji bo vî karî rojê 80-120 TL tê dayîn. Piştre bi alîkariya makîneyan tên hûrkirin û li ber tavê tên raxistin. Ji bo hişkkirinê piranî erdên vala yên taxa Sirrinê û serxaniyan û peşiya malan tên bikaranîn. Ji ber germa zêde ya mehên havînê ya li bajar û tûjbûna îsotan kesên ku di vî karî de dixebitin gelek zehmetî dikişînin.
Îsotên ku piştî çend rojan hişk dibin bi alîkariya tirmixê tên komkirin û di makîneyê re tên derbaskirin. Piştî vê xwê û zeyt li wan tê kirin û li kîsan tên barkirin. Li gorî qalîteya wan kîloya wan di navbera 25 û 60 TL'yî de tê firotin. Li Rihayê 4 cûre îsot heye; îsota sor, îsota xemriyê vekirî, îsota xemriyê girtî û îsota reş.
Mehmet Mermer ku xwediyê yek ji qadên hişkkirinê yên li taxa Sirrînê ya weke "Pêşengeha Îsotan" tê binavkirin e, 21 sal in hilberîna îsotê dike.
'XAK Û TAVA RIHAYÊ TEHMÊ DIDE ÎSOTÊ'
Mermer, da zanîn ku ji ber hişkesaliyê û birîna ceyranê îsal xêr û bêra îsotan kêm e û ji ber vê dibe ku bihayê wan zêde bibe. Mermer, diyar kir ku ji 10 kîlo îsotên sor kîloyek îsot tê bidestxistin û wiha got: "Em îsotan ji cotkar û esnafên halê dikirin û tînin li vir pak dikin. Piştî ku ji çend kar lê tên kirin dibe îsot. Du sedemên ku dema îsot tê gotin Riha tê hişê mirovan hene. Tav û xaka Rihayê tehmê didin îsotê. Gel hînê vê tehmê bûye. Heke mirov pizrê li vir bibe li cihekî din deyne vê tehmê nade."
BERIYA MAKÎNEYAN ZEHMETTIR BÛ
Têkildarî hilberîna îsotan Mermer, bi lêv kir ku hilberîna îsotan karekî zehmet e û ev tişt got: "Karker paqij dikin, em datînin ber tavê. Piştî ku hişk dibin em kom dikin û dîsa davêjin makîneyê û dikin îsota hûrkirî. Berê makîne tunebûn, me tev bi destan dikir. Me bi mîrkutan li wan dida û dikir îsot hûrkirî. Dema ku makîne nebûn jî zehmet bû. Rewşa hewayê jî bandor li me dike. Dema baran bibare divê em ser wan bigirin. Ev jî dibe sedem ku dema hişkirinê dirêj bibe."
ŞAREDARÎ WAN NAXWAZE!
Di berdewamê de Mermer, got ku pêşengeha îsotan ji bo jinên ku îsotan paqij dikin deriyê debarê ye û ev tişt anîn ziman: "Gelek jinên xizan bi paqijkirina îsotan pere qezenc dikin. Kesên bi awayekî lezgîn pêwîstiya wan bi pere heye tên dixebitin. Bi vî awayî karê me digihîje wan. Hinek jî bi rastî jî neçarê xebatê ne. Di navbera Şaredariya Xeliliyê û û hilberînerên îsotan de hin pirsgirêk hene. Şaredarî ji me re dibêje, 'Ji vir biçin'. Em bi ku derê ve biçin? Cihê ku dixwazin em biçinê binesaziya wî nehatiye çêkirin. Bila cihekî guncav ji me re bibînin em ji çûnê re amade ne. Min vir ji bo 3 mehan bi 5 hezar TL'yî kirê kiriye. Ji bo cihê guvcav dîsa amade me ku vî pereyî bidim."
QÎMETA KU HEQ DIKE NABÎNE
Mermer ji lêçûna hilberînerên îsotan ku her sala diçe zêde dibe gazind kirin û wiha pêde çû: "Hin salan em bedêla keda xwe jî nagirin. Îro îsot li bazarê 1.5 TL ye. Dema ku îsot erzan be herkes dikire û dike îsota hûrkirî. Sala borî min 5 ton îsota hûrkirî çêkir. 2 tonê wî di destê min de ma. Îsota Rihayê qîmeta ku heq dike nabîne. Îsota Rihayê baş nayê nasandin. Ji bo kesên ku vî karî dikin divê cihekî paqij bê eyarkirin. Şaredar diçin li Enqerê di mihrîcanan de reklama îsota Rihayê dikin lê haya wan jê tuneye ku em çi şertan de dixebitin. Ev kar li ser mesê nabe. Bila bên bibînin ku em çi zehmetiyan dikişînin. Bila li me xwedî derkevin. Bi hezaran mirov ji vê sektorê nan dixwin."