-
Sibe 11ê Sibatê; Salvegera 44an a Serkeftina Înqilaba Îslamî ya Îranê
Sibat 10, 2023 13:44Sibe Şemî, 22ê Behmenê, hevdem digel 11ê Sibatê Salvegera 44an a Serkeftina Înqilaba Îslamî ya Îranê ye.
-
Balyozê Îranê: Gotegotên derbarê destwerdana leşkerî ya Îranê li Qefqazê derew in
Sibat 10, 2023 16:26Balyozê Îranê li Ermenistanê gotegotên belavbûyî li medyayeke navçeyê derbarê destwerdana leşkerî ya Îranê li Qefqazê red kirin.
-
Qorweya Kurdistanê; Hêla berhemanîna Konsantrata Kanzaya Hesin hat berfiehkirin
Sibat 10, 2023 16:13Hevdem digel nehemîn roja Deheya Fecrê û di bereberê salvegera serkeftina Înqilaba Îslamî da, projeya berfiehkirina hêla berhemanîna Konsantrata Kanzaya Hesin li Bajaroka Pîşeyî ya Avengan’ê ya Qorweyê bi amadebûna Parêzgarê Parêzgeha Kurdistanê dest pê kir.
-
Li Xoyê ‘Nexweşxaneya Gerrok’ ji bo mexdûrên erdhejê hat vekirin
Sibat 10, 2023 12:14Nexweşxaneyeke gerrok ji bo raberkirina xizmetên pizîşkî bo mexdûr û ziyandîtiyên erdhejê li Şaristana Xoyê ya Parêzgeha Azerbaycana Rojava hat vekirin.
-
Emîr-Ebdullahiyan bi rêya telefonê digel Sekreterê Giştî yê NY’yê axivî
Sibat 10, 2023 12:00Wezîrê Karên Derve yê Îranê û Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê alûgorên navçeyî û navneteweyî ji wan qewimîna erdheja giran li Sûriye û Tirkiyê û rewşa herî dawî ya gotûbêjên ji bo rakirina boykotan axivîn.
-
Beytarî | Vaksîna ku balendeyan li hember şewbên vegir diparêze hat nimandin
Sibat 10, 2023 11:09Vaksîna “Ornithobacterium rhinotracheale” ji bo teyr û balendeyan bo cara yekem li Îranê ji aliyê lêkolerên Enstîtûya Lêkolînên Vaksînan û Çêkirina Sêruman a Razî’yê baskê başûrê welêt hat û li Şîrazê hat nimandin; vaksîna ku teyr û balendeyan li hemberî enfeksyon û şewbên giran û vegir ên pergala bêhnkişandinê diparêze.
-
Emîr-Ebdullahiyan: “Em muzakireya bo muzakireyê qebûl nakin”
Sibat 10, 2023 10:32Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: “Heta dema ku muzakire bo cihhatina armancên diyar û praktîkî di destûrkarê de be, em ê di rêya dîplomasiyê de bimînin û em muzakireya bo muzakireyê qebûl nakin.”
-
“Komara Islamî ya Îranê ti wextî ji muzakire û dîplomasîyê dûr neketîye”
Sibat 09, 2023 16:06Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê got: “Komara Islamî ya Îranê ti wextî ji muzakire û dîplomasîyê dûr neketîye.”
-
Tenolojîya Fezayî | Setlayta “Nahîd-2”ê heta dawiya îsal dê bo fezayê were avêtin
Sibat 09, 2023 14:46Wezîrê Têkilîgirtin û Teknolojiya Zanyariyan ê Îranê got: “Setlayta Nahîd-2’ê heta dawiya îsal (1401) dê bo fezayê were avêtin.”
-
“Amerîkîyan bi dagirkirin û derketina xwe pirsgirêkên Efxanistanê zêde kirin”
Sibat 09, 2023 12:41Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, dagirkirina 20 salî û derketina neberpirsane ya Amerîkayê ji Efxanistanê sedema zêdebûna pirsgirêkên vî welatî da zanîn.