“Amerîkîyan bi dagirkirin û derketina xwe pirsgirêkên Efxanistanê zêde kirin”
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i339397-amerîkîyan_bi_dagirkirin_û_derketina_xwe_pirsgirêkên_efxanistanê_zêde_kirin
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, dagirkirina 20 salî û derketina neberpirsane ya Amerîkayê ji Efxanistanê sedema zêdebûna pirsgirêkên vî welatî da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 09, 2023 12:41 Asia/Tehran
  • “Amerîkîyan bi dagirkirin û derketina xwe pirsgirêkên Efxanistanê zêde kirin”

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, dagirkirina 20 salî û derketina neberpirsane ya Amerîkayê ji Efxanistanê sedema zêdebûna pirsgirêkên vî welatî da zanîn.

Elî Şemxanî Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê ku ji bo beşdariya di civîna pêncan a “Gotûbêja Ewlehiya Navçeyî”, çûye Moskowayê, li rex vê civînê got: “Amerîkî bi dagirkirina 20 salî û derketina neberpirsane ji Efxanistanê bûn sedem pirsgirêkên vî welatî berdewam zêde bibin.”

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, got: “Xurtkirina yekbûna neteweyî li Efxanistanê bi rêya xweşkirina rê ji bo beşdariya hemî xelkê vî welatî di siyaset û hikûmetê da, bicihanîna hemî sozên Efxanistanê û hewla cidî ji bo kontrolkirina komên terorîst ji karên pêwîst ji bo pêkanîna istiqrarê li Efxanistanê ne.”

Şemxanî bal kişand ser bandora rasterast a rewşa ewlehiyê ya Efxansitanê li ser cînarên vî welatî û got: “Pêkanîna ewlehî, aştî, istiqrar û pêşketinê li Efxansitanê ewlewiyeta sereke ya Îranê ye.”