Dirêjkirina dema desteserkirina nûçegîhana PressTVyê, bi hegera weşandina rastîyên Qesreyê
Parêzerê Neqa Hamid Nûçegîhana desteserbûyî ya PressTVyê, ragihand ku muwekila wî duh li Dadgeha Leşkerî ya Salim`ê amade bû û bi ``handanê`` di dema romala alugurên gundê Qesreyê da hat tawanbarkirin.
Xalid Muhacine ev tawana ret kir u pêgirî kir ku Neqa Hamidê di çarçova erka pirofişinal a xwe da karê nûçegîhanîyê kirîye. Lê Dadgeha Leşkerî ya Salim`ê biryar da desteserkirina Neqa Hamidê 6 rojan dirêj bike; di halekî da ku rayedarên lêkolînê xwestibûn desteserkirina wê 12 rojan were dirêjkirin.
Parêzerê Neqa Hamidê herwiha dixwaze venihêrînê raberî Dadgeha Leşkerî ya Uferê kirîye u biryar e ku civîna hilkolandina vê daxwazê sêşema bê were lidarxistin.
Hêzên leşkerî yên Rejîma Sîyonît roja Sêşema buhurî di çarçova kiryareke terorîstî da êrişî xaleke lêgerînê li derdora şarê Teqwe li Beyt Lehmê kirin u Neqa Hamid Mûçegîhana PressTVyê revandin u veguhestin cîyekî nedîyar.