Parêzgarê Azerbaycana Rojava: Temerçîn rêya herî kurt ji bo ziyaretkerên Erbeînê ye
Parêzgarê Azerbaycana Rojava amajeyî amadetiya tam a sînûrê Temerçîn û Hacî Omranê ji bo mazûvaniya ziyaretkerên Erbeînê kir û got: Hemû binesaziyên pêwîst li ser vê sînûrê pêk hatiye û nêzî 40 gêyt ji bo hatûçûna ziyaretkeran amade ne.
Riza Rehmanî di hevdîtina bi berpirsên sînûrê Hacî Omranê yê Herêma Kurdistana Iraqê de amajeyî vî yekî kir ku veguhestina ziyaretkeran ji Ûrmiyê heta têrmînala Temerçînê wê belaş be, herwiha got: Di aliyê Iraqê de jî dê veguhestina ziyaretkeran ji Hacî Omranê heta Hewlêrê belaş be. Parêzgarê Azerbaycana Rojava sipasiya hevkariya berfireh ya xelkê Pîranşarê bona xizmetkirina li ziyaretkeran kir û got: Mûkêbên gelanî yên vî bajarî mînakek binirx ji mêvandarî û hezkirina Hezretê Eba Ebdilah El Hisên(s) ji aliyê xelkê Azerbaycana Rojava ve nîşan dan.