Sipah: Binkeya Amerîkayê li Urdinê û sê nifthilgirên binpêkerê rêzikan bûne hedef
Dayireya Peywendiyên Giştî ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî di daxuyaniyekî de ji hedefgirtina binkeya hewayî û navenda fermandetiya navendî ya Artêşa Ameîrkayê li Urdinê bi mûşekên Balistîk û hedefgirtina û sekinandina sê nifthilgiran agahî da.
Di daxuyaniya Dayireya Peywendiyên Giştî ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî de hatiye: wek bersiva li hember karên destdirêjkerane yên Artêşa zarokuj a Amerîkayê, hêza Hewa- Feza ya Sipahê, binkeya hewayî û navenda fermandetiya Artêşa Amerîkayê li Urdinê dan ber çend mûçekên Balistîk. Herwiha sê nifthilgirên binpêkerê rêzikan ku pêhişyariyên me berçav negirtin, meşa xwe di rêya ne ewleh û neqanûnî berdewam dikirin ku me ew kirin hedef û sekinandin. Heta dema ku gefên dijî Komara îslamiya Îranê bidomin û karên neqanûnî û şerûtiyên hêzên amerîkî dijî berjewendiyên me berdewam bin, berxwedan jî wê bidome, divê gefên rayedarên amerîkî û destwerdanên neqanûnî yên dijî berjewendiyên me werin sekinandin.
Emîr Deryadar Hebîbullah Seyarî, serokerkan û alîkarê hevdengkirê Artêşa Komara îslamiya Îranê jî amajeyî şiyanên Hêza Deryayî ya Artêş kir û got: Hêza Deryayî ya Artêşa Komara îslamiya Îranê rewşeke baş da ye û ewladên vî welatî, rojhilata Tengerêya hurmizê, bakûrê Pehnava Hindê û Deryaya Umanê bi tevahî control dikin û bêyî îzna wan ti tiv û tevgerek di van avên stratêjîk de pêk nayê.