Pêhişyariya Iraqçî: Nifûza Rejîma Siyonîst li Amerîkayê dê bi vê zûtiyê aşkera bibe
Tîrmeh 17, 2026 16:02 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Îranê amajeyî kûratiya nifûza Rejîma Siyonîst li nijyara desthilatdariya Amerîkayê kir û pêgîrî kir ku dê bi vê zûtiyê berûlayên vê nifûzê aşkera bibin.
Seyîd Ebas Iraqçî careka din amajeyî rola weşartî ya Rejîma Siyonîst li biryarên Amerîkayê kir û got: Vêca li ser kampaniyaya berfireh a Rejîma Siyonîst bona xapandina hikûmeta Ameîrkayê û kaşkirina wê ber bi şerrekî bê encam ê enqest ku bi hetm serkevtinek ji bop wê tine, meriv dikare çi bêje? Iraqçî got: Ji wê xirabtir Rejîma Siyonîst perê amerîkiyên ku bacê didin bi kar tîne ta ku dengê her rexnekirekî li nav Amerîkayê bibire, lê ev hemû dê bi zûtirkê aşkera bibin.