Êrişa Amerîkayê ser binkeya jîngehparêziyê li Hormozganê cinayeta cengê ye
Berdevkê wezareta karên derve di peyamekî da amajeyî mînaka herî nû ya cinayeta cengê dijî welatê Îranê kir û pêgîrî kir ku her cinayeta nû vîna îraniyan ji bo şopandina cihanîna dadê û cezakirina sebebkaran qahêmtir dike.
Îsmaîl Beqayî di peyamekî li tora civakî ya X`ê de amajeyî êrişa leşkerî ya Amerîkayê dijî hin navçeyan li welatê me ji wan parêzgeha Hormozganê kir û nivîsî: Lîsteya cinayetên Amerîkayê dijî îraniyan her rojê dirêjtir dibe û her roj ku derbas dibe, Amerîka kîneke xwe ya din dijî Îranê nîşan dide; Sibeha Sêşemiyê artêşa terorîst a Amerîkayê êrişî binkeyeke jîngehparêziyê li gundê Seyîd Cozer a bajarê Hacîavayê li bakûrê parêzgeha Hormozganê kir û sê endamên malbata birêz Cewad Hesenzade, jîngehparêzê zehmetkêş şehîd kirin.
Wî herwiha got: Eva tenê mînaka herî nû ya cinayetên cengê yên qirêj ên Amerîkayê di mideha 4 meh û nîvên vê dawiyê ye ku bi terora rêber û zarok û jin û mêrên îranî li Têhran û Mînab û Lamerdê û cihên din di 28`ê Sibata 2026`an de destpê kir.