Sibat 19, 2026 15:03 Asia/Tehran

Hevgavê giranbûna êrişên Rejîma Siyonîst ser Perrava Rojava Çemê Urdinê û biryara kabîneya vê rejîmê ji bo dagîrkirina pişkeke din a axa filistîniyan li Perrava Rojava, rêxistin û welatên curbicur ên cîhanê ev pilan û pîlana nû ya Rejîma Siyonîst bi tundî şermezar kirin.

85 welatên endamê NY bi weşandina daxuyaniyekî hevpar, pêngavên nû yên Rejîma Siyonîst ji bo dagîrkiirna pişkên din ên Perrava Rojava Çemê Urdinê bi tundî şermezar kirin. Di vê daxuyaniyê de ku di avahiya NY li New Yorkê hat weşandin , 85 welat ji wan Firansa, Çîn, Erebistan û Rûsiye li gel Yekîtiya ewrûpayê û Yekîtiya Ereban û welatên misilman ên Rojhilata Navînê, ji bilî şermezarkirina siyasetên dagirkir ên Rejîma Siyonîst ragihandin ku ev kar binpêkerên qanûnên navnetewî ne û divê demlidest werin sekinandin.

Antoniyo Gotrêş, sekreterê giştî yê NY jî ji bilî daxwaza ji Rejîma Siyonîst ji bo bidawîanîna dagirkeriyê li navçeyên Perrava Rojava bi bîr xist ku ev biryar neqanûnî ne û pirsgirêkan çareser nakin.

Îsmaîl Beqayî, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê jî, biryara vê dawiyê ya Rejîma Siyonîst bona zeftkirina û qeydkirina erdên filistînî li Perrava Rojava Çemê Urdinê wekî milkên hikûmî di bin desthilatdariya rejîma dagirkir şermezar kir û ev kiryara dewama jînosayda filistîniyan û di çarçoveya pilana jinavbirina Filistînê wesif kir û berpirsyariya civaka cîhanî û hemî hikûmetên endamê NY ji bo sekinîna li hember vê rewşê û bi dawîanîn bêcezamayîna Rejîma Siyonîst bi bîr xist.

Firançêska Albanîz, raportêra taybet a Mafên Mirovan li Erdên Dagirkirî yên Filistînê jî ji bilî şermezarkirina biryara dagirkiran bona berfirehkirina zeftkirina erdan li Perrava Rojava, pêgîrî kir ku ev kiryar wek destdirêjî û berovajî mafên navnetewî ne.

 

Serepeyv