Eraqçî: Ger muzakire bi damendî bin Îran amade ye ku gotûbêjê bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i358145-eraqçî_ger_muzakire_bi_damendî_bin_Îran_amade_ye_ku_gotûbêjê_bike
Wezîrê Karên Derve yê Îranê di civîna çapemeniyê bi hevtayê xwe yê Tirkiyê re got: Îran amade ye tevlî muzakireyan bibe ger ev muzakire bi helwestek wekhev, li gorî berjewendiyên hevbeş û bi rêzgirtina û dualî û bi awayekî dadmendane bin.
(last modified 2026-01-30T11:25:57+00:00 )
Çile 30, 2026 15:53 Asia/Tehran
  • Eraqçî:  Ger muzakire bi damendî bin Îran amade ye ku gotûbêjê bike

Wezîrê Karên Derve yê Îranê di civîna çapemeniyê bi hevtayê xwe yê Tirkiyê re got: Îran amade ye tevlî muzakireyan bibe ger ev muzakire bi helwestek wekhev, li gorî berjewendiyên hevbeş û bi rêzgirtina û dualî û bi awayekî dadmendane bin.

Seyîd Ebas Eraqçî, Wezîrê Derve yê Îranê ku ji bo hevdîtina bi rayedarên Tirkiyê re sefera vî welatî kiriye piştî  gotûbêj û  rawêjkariya  bi Hakan Fîdan hevtayê xwe yê Tirk  re got ku Îran û Tirkiye  cîran û dostê  rojên xweşî û nexweşiyan bûne û niha jî hene. 

Wî her wiha got: Di alûgurên vê dawiyê de  bi taybetî di şerê 12 rojî de û di operasyona terorîstî ya vê dawiyê  li Îranê de, ku ji derve ji hêla unsurên rejîma Siyonîst ve hate rêvebirin, hevalên me li Tirkiyê her tim piştgirî dane me û rayedarên Tirkiyê helwestên pir bi nirx girtine, ku em sipasiya wan dikin . 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan jî di vê civînê de bal kişand  ser vê yekê ku aştî û aramiya Îranê ji bo Tirkiyê girîng e û got ku  Tirkiye li dijî her  cure  çêkirina nakokiyan li dijî Îranê ye.