Mijdar 01, 2025 19:19 Asia/Tehran
  • Îran: Me mûşekên xwe di şerekî rastî da ceriband

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Me şerê vê dawîyê da gellek ezmûn bi dest xistin u mûşekên xwe di şerekî rastî da ceriband.

Ebbas Iraqçî di hevpeyvînekê da got: Em ji bo her ihtimalekê amade ne û çaverêyê destdirêjîya Rejîma Sîyonîst in. Em di hemî astan da tam amade ne û Rejîma Sîyonîst di her şerekî ihtimalî yê bê da yê têk here.

Wî herwiha got: Me şerê vê dawîyê da gellek ezmûn bi dest xistin u mûşekên xwe di şerekî rastî da ceriband. Heke Rejîma Sîyonîst destdirêjîyê bike, dê pêrgî encamên giran bibe. 

Wezîrê Karên Derve yê Îranê pêgirî kir: Rejîma Israyîlê hewil da bi êrişa ser binkeyên niftê yên me bazineya şêrr li navçeyê berfire bike. Me karî ku şerê bi Israyîlê ra bi awayekî gellekî baş kontrol bikin û pêşîya berfirebûn wî şerî li navçeyê girt.  

Serepeyv