Îlon 25, 2025 22:55 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Şoreşê: Şehadet xelata Têkoşînê ye

Rêberê mezin ê Şoreşa Îslamî di peyamekê da bi boneya Hefteya Berevanîya Pîroz û Roja 'Mêvaniya Laleyan', şehadet wek xelata têkoşînê zanî û teqez kir ku gel bi van têkoşînan geşe dikin û bi van şehadetan vedibiriqin.

Nivîsa peyama Hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Şoreşa Îslamî ku hevdem digel rêûrisma jêbirina toz û xubarê, gulavreşandin û gulbarankirina mezargeha şehîdan li seranserî welêt bi navê 'Mêvanîya Laleyan', ji aliyê Hucet ul-îslam Mûsewî Muqedem Nûnerê Welîyê Feqîh li Binyata Şehîd û Karûbarên Îsargeran li Goristana Şehîdan (Beheşta Zehrayê) a Tehranê hat xwendin, bi vî awayî ye:

 

"Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Îsal Hefteya Berevanîya Pîroz bi şehîdbûna komek ji kesayetên nasyar ên rêya Berxwedana Îslamî û xortên wêrek li deverên cûrbicûr, şan û cîgeheke din peyda kiriye.

Şehadet xelata têkoşînê ye, çi di serdema berevanîya 8 salî, çi di şerê qaremanane yê 12 rojî û çi li Libnan û Xezze û Filistînê. Gel bi van têkoşînan geşe dikin û bi van şehadetan vedibiriqin.

Ya giring ew e ku em bi soza Xwedê derbarê serkeftina heq û têkçûna batil bawer bikin û pêbendî erka xwe di yarmetîdana dînê Xwedê da bin.

Seyîd Elî Xamineyî"

Serepeyv