Pêşnîysra Îranê bo Ewrûpayê Rêyek ji bo pêşveçûnê heye
Îlon 19, 2025 21:33 Asia/Tehran
Wezîrê Karên Derve yê Îranê ragihand ku planek wek pêşnîyar raberî YEyê kir u tekez kir ku rêyek ji bo pêşveçûnê heye, lê Îran nikare bi awayekî yekalî pêngavan rake û berpirsyarî tenê ser milê Îranê be.
Ebbas Iraqçî got: Planeke maqûl ku dikare bi cih were raberî YEyê hat kirin ta ku pêşîya qeyranê bigire. Wî pêgirî kir ku Îranê bi lihevkirina tev Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê û raberkirina vê pêşnîyarê erka xwe pêk anîye, lê Ewrûpa bi mehnegirtinê ewê qebûl nake û xwe vedidize. Iraqçî bal kişand ser vê yekê ku plana wî pêşnîyar kirîye, hemî erkanên pergala Komara Islamî ya Îranê li piştê ne û got: Rêyek ji bo pêdaçûnê heye, lê Îran nikare hema tenê xwe pêngavan rake.