Îslamî: Destdirêjiya ser navendên atomî yên Îranê rûmeta pergala çavdêrîyê sist kir
Serokê Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku êrişên vê dawiyê yên Rejîma Siyonîst û Amerîkayê ser navendên navokî yên welatê me rûmeta pergala lêgerîn u çavdêrîyê ya Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê (IAEA) sist kir û got: Îran dê li himber van zextan teslîm nebe.
Mihemed Îslamî îro di axaftina xwe ya li konferansa 69an a giştî ya Ajansa Navneteweyî Enerjiya Atomê da tekez kir ku Ajans di qonaxek dîrokî ya hesas de ye û got: Tiştê ku me dît ne tenê kiryarek cinayetkarane û tirsonekane li dijî Îranê bû, belku destdirêjiyek rasterast ser hitbara Aajansê û yekparçeyiya pergala lêgerîn, çavdêrî û kontrolê bû.
Wî her wiha got: Divê dijminên Îranê bizanin ku zanist û teknolojiya navokî li Îranê kok vedaye û bi operasyonên leşkerî, teror û destdirêjiyê ji nav naçe. Armanca Rejîma Siyonîst tenê jinavbirina navendên navokî yên Îranê nîne belku ew her tim li dû xerakirina rêya dîplomasî û aştiyê bûye.
Serokê Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê got: Îran di vê qeyranê de qurbaniyek bi dû mafê xwe ye ne cinayetkarekî deyndar. Rêya pêşberî me diyar e. Êrişên Navendên Navokî yên Îranê ku di bin çavdêrî û lêgerîna Ajansê da bûn, divê werin şermezarkirin û rêzgirtina li qanûna navneteweyî jî were vegerandin.