Tebax 16, 2025 21:42 Asia/Tehran
  • Rawêjkariya Sekreterê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Ermenistanê bi Larîcanî re

Sekreterên Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Îran û Ermenistanê derbarê hevkariyên di navbera Tehran-Yêrîvanê de gotûbêj kirin.

Armen Grigorîyan Sekreterê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Komara Ermenistanê û Elî Larîcanî Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê di gotûbêja bi rêya telefonê de basa hevkariya dualî di navbera herdu welatan de kirin.

Grigoryan di vê gotûbêja telefonî de, tekez kir ku têkiliyên di navbera Tehran û Yêrîvanê de misoger û rêkxistinkirî ne u dilnîyabûna xwe dîyar kir ku her du alî di pêşerojeke nêzîk de yê warên nû jibo hevkariyê peyda bikin.

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê her wiha tekez kir ku têkiliyên dualî di navbera Îran û Ermenistanê de hertim encamên erênî hebûne û ew amade ye di çarçoveya hevkariya çenadalî di navbera her du aliyan de rolê bilîze. 

Serepeyv