Tebax 12, 2025 21:49 Asia/Tehran
  • Larîcanî: Em ne dijî berfirehkirina hevkariyên ewlehiyê bi welatên navçeyê re ne

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî got: Peymana ewlehiyê di navbera Îran û Iraqê di rasitiyê de zemînê bo ewlehiya mayînde ji bo her du welatan xweş dike.

Elî Larîcanî bal kişand ser pêşniyara Iraqê ji bo lidarxistina civîna Îranê bi welatên dorhêla Kendava Farsê re û got: Em ne dijî berfirehkirina hevkariya ewlehiyê di navbera Îran û welatên navçeyê ne. Larîcanî derbarê peymana ewlehiyê di navbera Îran û Iraqê jî got: Îran û Iraq di gelek waran de dişibin hev. Divê em hevkariyê di navbera her du welatan de di warên aborî, civakî û siyasî yên cûrbecûr de hindî bikasrbin zêde berfireh bikin ku bingeha wê afirandina ewlehiya mayînde di navbera welatan de ye. Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî derbarê peymana ewlehiyê di nvbera Îran û Iraqê de got: Ev îrade li aliyê iraqî heye ku rêzê li ewlehiya domdar a Îranê bigire û em jî mîna wan in û ev peyman di vê mijarê de dê bibe sedem hevkariya me bi Iraqê re di warên cûrbecûr de  bi pêşde bikevin.

Serepeyv