Tîrmeh 27, 2025 21:37 Asia/Tehran

Alimên dînî yên sunne di daxûyanîyên cida de, êrişa terorîstî ya li Zahidanê şermezar kirin.

Duh danê sibê kesên nenas û çekdar êrişî Dayra Dadwerîyê ya şarê Zahidan navenda parêzgeha Sîstan u Belûçistanê kirin. Di encama wê êrişa terorîstî da 6 kes ji wan jin û zarokek şehîd bûn û 22 kes jî hatin birîndarkirin. 

Molewî Ebdulhemîd pêşnimêjê sunneyên Zahidanê bi dû vê êrişa terorîstî di daxûyanîyek êda ev êrişa necamêrane ku ser cîyekî giştî û sivîl pêk hatîye, bi tundî şermezar kir û got ku êrişên bi çekê bi ti awayî ser xêra gelê vê parêzgehê nînin. 

Alimên dînî yên din ên sunne yên Sîstan û Belûçistanê jî di daxûyanîyên cida de êrişa ser Dayra Dadwerîya Zahidanê şermezar kirin û pêgirî kirin ku pêwîst e yekitîya gelê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê were parastin.

Wekîlê sunne yê li Civata Şarezayên Rêvebirîyê û Pêşnimêjê şarê Negûr`ê jî êrişa terorîstî ya li Zahidanê bûyereke sedema şermê bi nav kir û ew bi tundî şermezar kir.

Pêşnimêjê Mizgevta Resul Allah a Îranşehrê jî ragihand ku ev cinayet digel islam û merivantîyê naguncin û lesên dilkor ku dîn, bawrî û wîjdanê xwe firotine, ew kara kirine.

Pêşnimêjê sunne yê Mizgevta Heqanîye ya Îranşehrê Molewî Ebdulsemed Damenî, Pêşnimêjê sune yê Zahidanê, Pêşnimêjê sunne yê Hamûnê Molewî Ebdullah Hesen- Zêhî jî gotin ku ev bûyera terorîstî bi merema birêxistina bêtifaqî û bêewlehîtîyê hatîye pêkanîn û cinayetkerên ev cinayeta kirin jî kirêgirtîyê Israyîla cinayetker zanîn.

Li gorî gotina çavdêran piştî têkçûna Rejîma Sîyonîst di êrişên rasterast ser Îranê da, nika komên terorîst bi merema têkdana ewlehîya navçeyên sînorî yên Îranê dest bi terorê dikin. 

Serepeyv