Tîrmeh 18, 2025 21:32 Asia/Tehran
  • Serokerkanê Gişt Hêzên Çekdar ên Îranê: Ger dijmin dîsa êriş bike, dê rastî bersiveke tundtir were

Serokerkanê Gişt Hêzên Çekdar ên Îranê got: Jordaketina balafirên dijmin nîşana şiyan, viyan û wêrektiya bêhempa ya balefirên cengê yên hêza berevaniya hewayî ya Îranê ye û ev destkevt dê di bîra dîrokî ya gelê Îranê de were tomarkirin.

Serleşker Mûsewî di seredana li Erkantiya Berevaniya Hewayî ya welêt de got: Berevaniya hewayî ya Îranê, li bereya pêşiyê ya parastina qada hewayî ya welêt, şiyana xwe li hember her asteke gefê selimandiye û dijmin ji şaşiyên wan ên li dijî Îranê poşman kiriye. Wî got: Ev îrade, şiyan, nermatî û wêrektî encama baweriya xurt, hesûdiya neteweyî û rêberiya bêhempa û hişmendane ya Fermandê Gişt hêzan û her weha hevgirtina neteweyî û piştgiriya giştalî ya gel e. 

Serokerkanê Gişt Hêzên Çekdar ên Îranê tekez kir: Ger dijmin careke din biwêre êrişî welatê me yê ezîz bike, bi îzna Xwedê, dê rastî derbeyên girantir ji yên berê were û dê ji berê zêdetir işkestê bixwe.

Serepeyv