Tîrmeh 11, 2025 20:14 Asia/Tehran
  • General Hatemî: Em dê rê nedin bihosteke axa Îranê were cidakirin

Serfermandarê Artêşa Îranê got: Em dê rê nedin bihosteke axa Îranê were cidakirin.

General Emîr Hatemî dîyar kir ku erka artêşê parastina yekperçetîya axê, serxwebûn û pergala Komara Islamî ya Îranê ye, got: Hêla sereke ya parastina yekperçetîya axa me ``parastina pergala pîroz a Îranê`` ye û Komara Islamî ye ku yekperçetîya axa me parastîye.

Serfermandarê Artêşa Îranê herwiha pêgirî kir ku Artêşa Komara Islamî ya Îranê bi hemî hêz û şîyanê erka xwe didomîne, got: Me di dewrana 8 salên berevanîya pîrzo da nîşan daye ku dê ti dema rê nedin ku bihosteke axa Îranê jê were cidakirin. 

Serepeyv