Serfermandarê Artêşê bo rêberê Şoreşa Islamî: Em derbên qahîm li Rejîma Sîyonîst a sexte dixin
Hezîran 15, 2025 18:10 Asia/Tehran
Serfermandarê Artêşa Komara Islamî ya Îranê ku çend roj in bo vê postê hatîye destnîşankirin, di peyameke bo rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî da nivîsî: Em soz û peymanê didin ku Artêş bi hêzên bejayî, berevanîya esmanî, hewayî û deryayî, heta dilopa dawîn a xwînê û bêhna dawîn berevanîya serxwebûn, yekperçetîya axê û pergala pîroz bike û ewê biparêze.
Generalê Duyem Emîr Hatemî di vê nameyê da nivîsî: Ji kêlîyên destpêkê yên destdirêjîya rejîma xwînrêj û nehs a sîyonîst, bi mînakwergirtina ji rihê hemasî yê şûrê hezretê Elî (S) em ji bo parastina axa pîroz a Îranê ketin dewrê û em dê bi amadebûna tam derbên giran li rejîma sexte û zarokuj a sîyonîst bixin.