Rêberê Şoreşê: Bila hikûmetên misilman rêyên alîkariya bo Rejîma Siyonîst girêdin
Rêberê Şoreşa Îslamî di peyamekê de bi boneya heyamê Heca îsal, Hec hevrê ligel meirîfet û dersên wê wekî çareseriya êşên cîhana îro ya Îslamê da zanîn û tekez kir: Cîhana Îslamî hewce ye ku dersên Hecê jibo rawestandina karesatên Xezzeyê bi kar bîne.
HZ. Ayetullah Xameneyî, Rêberê Şoreşê, bal kişand ser cinayet û kaviliyên ku Rejîma Siyonîst li Xezeyê pêk anî û erkê herî girîng ê hikûmetên Îslamî girtina pêşiya berdewamiya karesata mirovî li Xezzeyê û zextê li Amerîkayê, wekî piştgirê sereke yê Rejîma Siyonîst jibo rawestandina alîkarî û pişt6giriyan da zanîn û bang li hemû gelan kir ku daxwaz bikin ku hikûmet vê erkê cih bînin.HZ. Ayetullah Xamineyî,di vê peyamê de, sefera Hecê wekî proveya koçberbûna ji jiyana asayî ber bi jiyana tewhîdê bi nav kir beşên sereke yên jiyana tewhîdî hejmartin û got: Rêûresma Hecê mînakên sembolîk ên jiyana tewhîdî li xwe civandiye û heciyan bi bi wê re nasiyar dike û wan vedixwîne wê. Divê ew vexwendin were bihîstin û were hînbûn û divê viyana xwe ya ji bo bikaranîna dersên wê xurt bikin. HZ. Ayetullah Xameneyî cîhana Îslamî ji her demê zêdetir hewcedarê bikaranîna dersên Hecê da zanîn û bal kişand ser vê yekê ku Heca îsal duyemîn dewra Hecê ye ku bi cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzeyê re hevdem bûye û ev pirs xist rojevê ku divê kî li hember vê trajediya mirovî raweste û got: Bê guman, hikûmetên Îslamî yekem berdengên vê peywirê ne û gel divê bang li hikûmetan bikin ku wê peywirê bi cih bînin. Wî Amerîka wekî şirîkê sereke yê û sûçên Rejîma Siyonîst li Xezzeyê da zanîn û tekez kir: Divê hikûmetên Misilman hemî rêyên gîhandina alîkariyan bo Rejîma Siyonîst girêdin û destê cinayetkar ji dewama reftara kirêt û hovane li Xezzeyê qut bikin û divê hevpeymanên Amerîka li navçeyê jî hikûmeta Amerîkayê neçar bikin ku dev ji piştgiriya Rejîma Siyonîst berde.
Rêberê Şoreşa Îslamî, bal kişand ser vê yekê ku berxwedana ecêb a gelê Xezzeyê meseleya Filistînê daniye ber çavê cîhana Îslamê û hemû gelên azadîxwaz ên cîhanê û got: Pêwîst e ku berdevk û kesên ku xwedî cih û pileyên civakî ne, gelên cîhanê hişyar bikin û bala wan ber bi doza Filistînê ve bikşînin û heciyên bextewer jî ji Xwedê Teala daxwaza serketinê li ser sitemkarên siyonîst û piştgirên wan bikin.