Salroja Şehîd Reîsî û Şehîdên Xizmetguzariyê
Îro salroja şehadeta Ayetullah Seyîd Îbrahîm Reîsî yê rehmetî û şehîdên xizmetguzariyê ye.
Şehîd Îbrahîm Reîsî par di rojeke mîna îro de di encama qezaya helîkopterê ji ber hewaya xirab li herêma Verzeqanê li Azerbaycana Rojhilat şehîd bû. Li gel wî, Ayetullah Alê Haşim nûnerê Weliyê Feqîh li Azerbaycana Rojhilat û Pêşnimêjê Tewrêzê û Huseyn Emîrebdullahiyan Wezîrê Karên Derve, Melîk Rehmetî parzêgarê Azerbaycana Rojhilat, Seyîd Mehdî Mûsewî Serokê koma badîgardên Serokkomar û sê endamên kadroya balafirê şehîd bûn. Di rojên derbasbûyî de li seranserê Îranê hinek merasim bo bîranîna şehîdên xizmetê hatine lidarxistin.
Seîd Ohedî serokê Erkantiya bîranîna rêzgirtina ji şehîdên xizmetguzariyê di vî warî de got: Di yek heftiya borî de, ji Tehranê girtî heta gundên Îranê ji aliyê komên cîhadî ve 120 hezar merasm ji bo bîranîna salroja şehadeta Ayetullah Reîsî hatine lidarxistin.