Rêberê Şoreşê: Erka herî girîng a Dezgeha Zanistên Ilahî, zemînesazîya bo şaristanîyeta islamî ya nû ye
Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî di peyameke bo Konfiransa Sedemîn Salvegera Jinûvedamezirandina Navenda zanistên Ilahî ya Qumê da pêgirî kir: Erka herî girîng a Dezgeha Zanistên Ilahî gotin û ragihandina rewan û zelal e ku mînakên herî berbiçav û sereke yên wê jî destnîşankirina xetên sereke û dorhêlê yên Şaristanîyeta Islamî ya Nû û ravekirin û vegotin û pêkanîna wê wek çandekê di civakê da ye.
Hezretê Ayetullah Xamineyî rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî di payemeke bo Konfiransa Navdewletî ya Sedemîn Salvegera Jinûve-damezirandina Dezgeha Zanistên Ilahî ya Qumê da, tevî ravekirina hêman, kar û encamên karê vê dezgehê, amajeyî pêwîstîyên pêkhatina dezgeheke zanistên ilahî ya pêşeng û pêşdebir kir û tekez kir: Erka herî girîng a Dezgeha Zanistên Ilahî gotin û ragihandina rewan û zelal e ku mînakên herî berbiçav û sereke yên wê jî destnîşankirina xetên sereke û dorhêlê yên Şaristanîyeta Islamî ya Nû û ravekirin û vegotin û pêkanîna wê wek çandekê di civakê da ye.
Rêberê Şoreşa Islamî herwiha bal kişand ser bandora bûyerên cîhanî û pêşketinên zanistên ser têgiheştina têkildarî fiqhê û got: Bûyerên cîhanî yên bi dû hev û pêşketinên zanist carina dikarin bibin sebeb ku feqîhekî hoste famkirineke nû derheq kitêb û sunnetê hebe û bibe fermaneke şerî ji bo guhetina hikmekî.
Wî di dawîyê da pêgirî kir: Fiqh divê wekî xwe bimîne û nabe têgiheştina nû bibe sedema guhertin û dûrketina ji şerî`etê.