Iraqçî: Xerezên sîyasî têkildarî navê Kendava Farsê nîşaneya nêta dijminane himber Îranê ne
Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Xerezên sîyasî ji bo guhertina navê dîrokî yê Kendava Farsê nêta dijminane himber Îranê û gelê vî welatî nîşan didin.
Seyîd Ebbas Iraqçî Wezîrê Karên Derve yê Îranê himber raporên têkildarî plana hikûmeta Trump Serokomarê Amerîkayê ya bikaranîna navên sexte ji bo Kendava Farsê bertek nîşan da û li rûpela xwe ya X`ê nivîsî: Navê Kendava Farsê fenanî gellek navên erdnigarîk, di dîroka merivantîyê da kok vedaye û nîşana rêzgirtina hevpar hibmer mîrasa komkî ya merivantîyê ye.
Wî pêgirî kir ku xerezên sîyasî ji bo guhertina navê dîrokî yê Kendava Farsê nêta dijminane himber Îranê û gelê vî welatî nîşan didin û em bi tundî şermezar dikin, kiryarên bikîn ên bi vî rengî, bêrêzîya hibmer hemî îranîyan bêyî berçavgirtina rabhorî yan cîyê jîyana wan e.