May 04, 2025 19:00 Asia/Tehran
  • Rêberê Şoreşa Îslamî: Ji bo umeta Îslamî ti xêrek mezintir ji yekîtîyê tine

Rêberê giranqedir ê Şoreşa Îslamî got: Îro mezintirîn xêra ji bo umeta îslamî bona çareserkirina pirsgirêkên cîhana Îslamê Yekîtî û hevgirtin e. Ger ev yekîtî hebûya, pirsgirêkên wek Xezze û Yemenê dernediketin holê.

Hezretê ayetulah Xamineyî, rêberê giranqedr ê Şoreşa Îslamî, roja yekşemiyê li hevdîtina bi rayedarên Hecê û komek ji heciyên Bêytullahulheramê, bi anîna ayetek ji Qurana pîroz, armanca "civakî" ya hecê, famkirin û bidestxistina berjewendiyên curbicur ên mirovî bi nav kir û got: Îor rojê ji bo umeta Îslamî ti xêrek mezintir ji yekîtîyê tuneye û eger di nav umeta Îslamê de yekîtî, lihevhatin û hevgirtin hebûya, karesatên nika yên li Xezze û Filistînê rû nedidan û Yemen jî di bin zextên wiha de nedibû. Wî cidatî û bêtifaqiya umeta îslamî, şert û mercek ji bo sepandina berjewendî û daxwazên kolonyalîst, Amerîka, Rejîma Siyonîst û tundrewan li ser miletan da zanîn û got: Bi yekitiya umetê, ewlehî, pêşkeftin û hevgirtîbûna welatên îslamî û alîkariya wan ji hev re pêkan dibe û divê derfeta hecê jî bi vê çavê bê dîtin.

Rêberê giranqedir ê Şoreşa Îslamî herwiha zanîn û têgihiştina armanc û berûlayên curbicur ên hecê ji bo heciyên mala Xwedê, destpêkek ji bo bicihanîna rast a vê wacba  pir girîng bi nav kir û bi palpiştiya li gelek ayetên Qurana pîroz herwiha got: Di gelek ayetên ku bi Hecê ve girêdayî ne, bikaranîna têgeha Nas`ê nîşan dide ku Xwedê ev ferz ji bo birêvebirina karûbarên hemî mirovan û ne tenê misilmanan, destnîşan kiriye; Ji ber vê yekê bi rêk û pêk lidarxistina Hecê xizmetek e ji bo mirovantiyê re. 

Di ravekirina rêûrismên Hecê de, wî ew tenê ibadetek wacib bi nav kir ku form û pêkhateya wê sedî sed siyasî ye; Ji ber ku her sal ji bo mebestên taybet di cih û demeke kivş de mirovan dicivîne ku eslê vî karî siyasî ye.

Wî dersa Tewafê, pêwîstiya geriyana li dora mêhwera Tohîd û yekxwedatiyê bi nav kir û got: Tewaf hînî mirovantiyê dike ku divê hikûmet, jiyan, aborî, malbat û hemû aliyên jiyanê li ser Tohîd û yekxwedayîtiyê bên avakirin ku di wê rewşê de êdî hovîtî, zarokkujî û zêdegavî çênabin û dinya wê bibe gulistan.

Serepeyv