Nîsan 19, 2025 15:10 Asia/Tehran
  • Iraqçî: Tenha astenga ser rêya Rojhilata Navîn a bêyî çekên navokî, Rejîma Sîyonîst e

Wezîrê Karên Derve yê Îranê berî amadebûna li cîyê muzakieyên nerasterast ên tev Amerîkayê, bi hevtûşê xwe yê îtalî re hevdîtin pêk anî û her du alîyan basa alûgurên dualî û navdewletî kirin.

Seyîd Ebas Iraqçî di hevdîtina tev Wezîrê Karên Derve yê Îtalîyayê da amajeyî pabendbûna Îranê bi dîplomasîyê û rabhorîya dêrîn a danuistandina Konmara Islamî ya Îranê û welatên din têkildarî mijara navokî kir û pêgirî ser dûwergirtina hemî alîyan ji derfeta pêkhatî ji bo liyêkgiheûtineke maqûl û mentiqî kir û go ku divê di vê lihevkirinê da mafên rewa yên Komara Islamî ya Îranê bên garantîkirin û boykotên zalimane û neqanûnî werin rakirin.

Wezîrê Karên Dervev yê Îranê pêgirî ser esasa biaştî ya bernama navokî ya Îranê kir û got ku tenha berbenda ser rêya pêkhatina Rojhilata Navîn a bêyî çekên navokî, Rejîma Sîyonîst e ku hevgavê jînosayd, binpêkirina qanûnê û destdêrîjya ser axa welqtên herêmê, bi dû tirsandina welatan ji Îranê û tundkirina bêewlehîtîya li Rojhilata Navînê ye. 

Serepeyv