Serokê Komara Îslamî ya Îranê: Artêş kela qahêm a hikûmet û gelê Îranê ye
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Artêşa Îranê kela qahîm a hikûmet û gel û sedema serbilindiya civakê, heval û alîkarê gel û hikûmetê ye.
Mesûd Pizişkiyan îro li merasima roja artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Ewlehî û aramiya civakê bii hebûna artêşeke bihêz û amade dikare serê xwe bigre û ger ev hêza pîroz di civakê de nebûya, ewlehî ji civaka me bar dikir.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: Hebûna artêşeke amade û bihêz, bûye sedem ku Îran li navçê hizr û dîskorsa xwe jibo pêkanîna peywendî, aşitî û aramiyê bi qawet berdewam bike.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Îran bi alîkariya biraderên hêja yên artêşê û hêzên leşkerî ewlehiyê, xwe wek hêza bêhevrik li navçê daye nasandin.
Mrasima rêjeyê ya roja artêşê ya Komara Îslamî ya Îranê, vê sibê li seranserî welêt hat lidarxistin.