Weideya Sadiqê -1 mezintirîn operasyona bi xwefiran a cîhanê bû
Berdevkê Sipahê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê got: Weideya Sadeq -1 nîşana destpêşxerî û şiyana Îranê bo derbelêdana li dijminê siyonîst bû.
Serleşker Elî Muhemed Nayînî di yekemîn salvegera operasiyona bi hêz û stratejîk a Weideya Sadiq-1 de got: Weideya Sadiq -1 xemsariya hêzên çekdar ên Îranê li hember zextên siyasî yên eşkere û nepenî yên alîgirên Rejîma Siyonîst ji bo girtina pêşiya hemû çavdêrên navxweyî û biyanî, serbixwetî û serbilindiya hêzên çekdar ên Îranê nîşan da.
Serleşker Elî Muhammed Nayînî derbarê ber û layên din ên peyamên operasiyona Weideya Sadiq-1 ê got: Pesindayîna netewên Îslamî û komên berxwedanê derbarê hêzên çekdar ên Îranê û pêkanîna hêviyê li nav gelê berxwedêr ê Filistîn û gelê mezlûm ê Xezzeyê ji bereketên civakî yên Weideya Sadiqê1 bû û dewama berxwedan û daxwaza tunekirina Îsraîlê nasnameya olî ya navçeyê nîşan da.