Rêberê Şoreşê: Dijmin ji ber pêşkevtinên Komara Îslamî bihêrs e
Rêberê Şoreşa Îslamî ya Îranê got: Pêşkevtinên welêt bûne sedema hêrsbûna xêrnexwazên Îranê.
Hezretê Ayetullah Xamineyî, rêberê giranqedr ê Şoreşa Îslamî ya Îranê li hevdîtina bi komek ji fermande û berpirsên hêzên çekdar, hebûna îslamî û serbixwe yê nizama îslamî sedema dijminatiya bi wê re da zanîn û got: Ya ku dijmin hêrs dike, navê Komara Îslamî nîne belke ev vîna ku welate bixweze misilman, serbixwe û bi nasname be û ji bo mezinatiya xwe pişta xwe nekute kesên din, bûye sedema hêrsbûna wan.
Hezretê ayetullah Xamineyî, bal kişande ser mînakek ji serederiyên newekhev ên zorbêjên cîhanî ku xwe heq dizanin bibin xwediyê her cûre çekên giran û bikaresat lê kesên din îzna wan tinebin ku ji hêla berevaniyê ve pêş bikevin û got: Yeqîn, îman, vîn, wêrektî û tewekula li Xwedê divê ku di asta herî bilin de di hêzên çekdar de hebe.