Îran goriyê terorîzm û boykotên neqanûnî ye
Sibat 24, 2025 18:02 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Îranê di axaftina xwe li Konseya Mafên Mirovan a NY de tekez kir : Di dehekên derbasbûyî de Îran rûbirûyê kêşeyên curbicur ji wan terorîzm û boykotên neqanûnî bûye.
Seyîd Ebas Eraqçî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê ku li Jinêvê ye, di civîna Konseya Mafên Mirovan a NY de tekez kir: Di dehekên derbasbûyî de Îran rûbirûyê kêşeyên curbicur ji wan terorîzm û boykotên neqanûnî bûye.
Eraqçî ji civaka navneteweyî xwest ku Rejîma Siyonîstî wek berpirsê cinayetên dijî filistîniyan bide nasandin û rê li ber berdewamiya tundiyê li dijî filistîniyan bigirin.