Deryadar Seyarî: Bersiva Îranê li her derbeyekê wê webirr be
Sibat 21, 2025 18:38 Asia/Tehran
Fermandê meşqa hevpar a Zulfeqar a 1403 ya Artêşê, got: Hêzên çekdar ên Îranê tam amada ne li hember her cure gefa bejahî, hewayî û deryayî bisekinin û pişta wan li dîwêr bikutin.
Emîr deryadar Seyarî, serokerkan, alîkarê hevahengkir û fermandê meşqa hevpar a Zulfeqar a 1403 ya Artêşê, got: Ev meşqa di dewama meşqê salê yên artêşê li navçeyek bi berfiretiya Perravên Mekranê, Deryaya Umanê û bakûrê Pehnava Hindê heta
û di vê meşqê de pişkek ji şiyanên hêza bejahî, sîstima berevaniya hewayî, hêza deryayî ya istiratêjîk û biryargeha hevpar a sîstima berevaniya hewayî ya artêşê wê bên nimandin.
Seyarî herwiha got: Armanca cihanîna meşqê, jordabirina şiyana berevanî û pêşîlêgirtina li hember her gefeka bejahî, hewayî û deryayî ye.