Ayetullah Xamineyî: Serketina xelkê Xezzeyê serketina li hember Amerîkayê bû
Serok û endamên Konseya Rêberiyê ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) vê sibê bi hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Îslamî re hevdîtin pêk anîn.
Di destpêka vê hevdîtinê de Mihemed Îsmaîl Derwîş Serokê Konseya Rêberiyê ya Hamasê bi pîrozkirina serketina mezin a berxwedanê li Xezzeyê xitabî Rêberê Şoreşa Îslamî got:Em hevdembûna heyamê serketina berxwedana Xezzeyê bi salvegera serketina Şoreşa Îslamî re wek bexteke baş dinirxînin û em hêvî dikin ku ev hevdembûn zemînê jibo azadkirina Qudsê û Mizgefta Eqsayê xweş bike.
Xelîl Hehiye, Cîgirê Serokê Polîtboroya Hemasê jî di destpêka hevdîtinê de bi pîrozkirina serketian Berxwedana Xezzeyê xitabî Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Îslamî got: Em îro di halekî de ji bo dîtina cenabê te hatine ku em hemû serbilind in û ev serketina mezin serketina hevbeş a me û Komara Îslamî ye.
Hezretê Ayetullah Xamineyî jî di vê hevdîtinê de, rêz li bîranîna şehîdên Xezzeyê û fermandên şehîd bi taybet şehîd Îsmaîl Heniye girt û xitabî rêberên Hamasê got: Xwedayê mezin rûmet û serfirazî da we û xelkê Xezzeyê û Xezze kir temsîla ayeta pîroz ku dibêje:Gellek caran diqewime komeke biçûk, bi hezkirin û izna Xwedê teala li himber komeke mezin û bihêz ser bikeve.
Rêberê Şoreşa Îslamî her wiha tekez kir: We Rejîma Siyonîst û ji xwe Amerîka têk bir, û bi îzna Xwedê we nehişt ew bigihîjin tu yek ji armancên xwe.
Hezretê Ayetullah Xamineyî bal kişand ser êş û elemên ku gelê Xezzeyê di sal û nîv berxwedanê de tamul kirin û got: Hasila van hemû êş û berdêlan di dawiyê de serketina heq li himber batil û neheqiyê bû û gelê Xezzeyê bû mînakek ji bo hemû kesên ku hogirê berxwedanê bûn.
Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Îslamî di vê hevdîtinê de destxweşî li muzakirekirên Hamasê kir û destkevta vê rêketinê mezin zanî û got: Îro erka hemû cîhana Îslamê û hemû alîgirên berxwedanê, alîkariya bo gelê Xezzeyê ji bo kêmkirina êş û azarên wan e.
Hezretê Ayetullah Xamineyî plansaziya jibo karên çandî û dewama riya niha ya karên propagendeyî li rex karûbarên leşkerî û avakirina Xezeyê da pêwîst zanî û got: Hêzên berxwedanê û Hemas di karê propagendeyî û medyayî de pir baş xebitîn û divê ev rêbaz berdewam be.
Rêberê giranqedir ê Şreşa Îslamî îman wek hokara sereke û çeka neberanber a Bereya Berxwedanê li hemberî dijminan da zanîn û got: Ji ber vê îmanê ye ku Komara Îslamî û Bereya Berxwedanê li hemberî dijminan hest bi lawaziyê nakin.
Hezretê Ayetullah Xamineyî bal kişand ser gefên vê dawiyê yên Amerîkayê li dijî Komara Îslamî ya Îranê û gelê Îranê û tekez kir: Gefên bi vî rengî ti bandorê li bîr û hirzên gel û berpirsên me û her wiha çalakvan û ciwanên me nakin.
Rêberê Şoreşa Îslamî got: Doza Filistînê ji bo me mesela sereke û serketina Filistînê jî ji bo me mesela sereke ye.
Hezretê Ayetullah Xamineyî bal kişand ser vê yekê ku di dawiyê de gelê Filistînê yê ser kevin û tekez kir: Nabe bûyer û evraz û nişîvên jiyanê bibin sedema şik û gumanê, belkî divê em bi hêza îman û hêviyê bi alîkariya îlahî hêvîdar bin.
Rêberê Şoreşa Îslamî di dawiyê de xitabî rêberên Hemasê got: Bi îzna Xwedê dê ew roj bê ku hûn hemû bi serbilindî mesela Qudsê ji bo cîhana Îslamê çareser bikin û yeqîn ew roj yê were.