Sibat 04, 2025 17:36 Asia/Tehran
  • Îsraîl li navçe û cîhanê têk çûye

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Îro rojê siyonîst di çavê civaka cîhanî û navçê de têkçûyî tê hesêb.

Seyîd Ebas Iraqçî di yekemîn Civîna Navnetewî ya Bahoza El Eqsa û Xezzê de amajeyî vê yekî kir ku Rejîma Siyonîst qet bi qasî îro rojê di cîhanê de bednam nebûye û neketiye tecrîdê û got: Rejîma Siyonîst hin komkujî û jînûsayd li Xezze û Libnanê cih anîn lê nekarî bigihîje ya ku dixwezst û nekarî Berxwedanê ji nav bibe. Rejîma Siyonîst bona ketina nav Xezzê du armanc ragihandibû, ya yekem azadkirina girtiyên xwe û ya duyê jinavbirina Hemasê lê îro rojê di çavê civaka cîhanî û navçê de têkçûyî tê hesêb û ji bo filistîniyan serkevtinek e ji ber ku siyonîst negihîştin ti yek ji wan armancên ku ragihandibûn.

Serepeyv