Qalîbaf: Îran û Iraq di asta herî bilin d ahemahengî û hevkariyê de ne
Serokê Meclisa Şêwra Îslamî bal kişand ser vê yekê ku Îran û Iraq di asta herî bilind a hemahengî û hevkariyê de ne û got: berçavgirtina pirsgirêkên aborî, rêhesin, rê û pirsgirêkên li sînoran ji mijarên hevpar di navbera her du welatan e.
Muhemed Baqir Qalîbaf îro li Tehranê li hevdîtina bi Mehmûd El- Meşhedanî Serokê Parlemana Iraqê ser berfirehkirina peywendiyên parlemanî û xebatên komîsyonên li warên rê, rêyên hesinî, ewlehiya sînoran û baştirkirina rewşa aborî ya her du welatan tekez kir.
Serokê Meclisa Şêwra Îslamî tekez kir: parlemanên her du welatan tekezî ser berfirehkirina rêya hesin a Xuremşehr bo Besrayê, mijarên têkildarî darrotina û paqijkirina çemên hevpar, pêşxistina peywendiyên zanistî û akademîk, pêşxistina peywendiyên ziyaretkirin û geştiyariyê, pêşxistina peymanên sînorî û ewlehiya mayînde li ser sînorên her du welatan kirin.
Qalîbaf her wiha got, her du welat micid in ku li bereya berxwedanê ji bo berevanîkirina ji Îslamê û rûmeta Îslamê li meydanê bin û piştgiriyê bikin û her wiha peywendiyên siyasî û aborî di navbera her du welatan de bên berfirehkirin.
Serokê Parlemana Iraqê her wiha diyar kir ku pêwîstiya me bi ewlehiya mayînde li navçeyê û welatanê me bi xwe heye û got: Iraq îzna tu êrişekê ser navçeyê nade . Wî got pêwîstiya me bi ewlehiya mayînde li navçeyê û welatên xwe heye.