Rêberê Şoreşê: Yê pêşeroj nîşan bide kî lawaz bûye
Rêberê Şoreşa Îslamî di hevdîtina bi sedan karsaz, sermayeguzar û çalakvanên beşa aborî yên Îranê de got ku lawazbûna welêt, wehm, xewn û xeyala dijminan e.
Hezretê ayetulah Xamineyî di hevdîtina digel bi sedan karsaz, sermayeguzar û çalakvanên beşa aborî yên Îranê de, bal kişand ser wehm, xewn û xeyalên dijminên Îranê derheq lawazbûna Îranê de û got: Yê pêşeroj nîşan bide ku kî lawaz bûye,çawa ku Seddam jî wer dizanî Îran lawaz bûye û dest bi êrişa ser Îranê kir û Rêygan jî hema bi vê xewn û xeyalê gelek alîkariya wî kir lê di dawiyê da ew du kes û bi dehan kesên din yên di xewn û xeyalan de hemû ji nav çûn û Komara Îslamî roj bi rojê geştir bû ku ev ezmûn bi îzna Xwedê Teala dikare were dubarekirin. Rêberê Şoreşê amadebûna di civatên mîna BRICS da giring nirxand û bal kişand ser wê yekê ku pêwîst e berpirsên beşa dîplomasiyê yên Îranê ji vê derfeta mezin sûdê werbigirin û got:Sîstema aborî ya BRICS ku îmkana danûstandina aborî bi diravê welatên endam pêk tîne, zirûfeke girîng e û rakirina dolar ji danûstandinên bazirganiyê pêwîst e.
Rêberê Şoreşê her wiha agirbes û serketina li Xezzeyê nîşaneyek eşkere ya pêkhatina pêşbîniya zindîbûn û zindîmayîna Bereya Berxwedanê zanî û tekez kir:Tişta ku li ber çavê cîhanê diqewime, dişibe efsaneyekê ku maşîneke cengê ya mezin mîna Amerîka, bi paşguhkirina têgehên mirovî, bombeyên çeperşikên bide rejîma zorbêj û xwînmij ya siyonîst û ew rejîma sitemkar û hov bombeyan birêje ser 15 hezar zarokan lê nikarin bigihin armancên xwe.Wî bal kişande ser wê yekê ku ger alav û alîkarîyên Amerîkayê nebana, Rejîma Siyonîst yê hema di heftiyên ewil de ser çokan da biketa û got: Rejîma Siyonîst di dereqa salek û çend mehan de hindî ku ji destê wê hat Xezze bombebaran kir lê di dawiyê de, ne tenê nekarî bigihîje armanca ku serokê wê yê bêbext û rûreş diyar kiribûn. yanê jinavbirina Hamasê û rêveberiya Xezzeyê bêyî Bereya Berxwedanê, belkû neçar ma bi Hamasê re ser maseya muzakereyê rûnê û şert û mercên wê jibo agirbesê qebûl bike.
Wî zindîbûn û serketina Bereya Berxwedanê li Xezzeyê mînaka cihhatina suneta Xwedê Telala ya serketina piştî berxwedanê da zanîn û got:Her derê ku evdên xwedê yên qenc ber xwe bidin, bi hetim ew dê ser kevin.