Şahiya Îniya Serkevtinê bi minasibeta serkevtina berxwedana Filistînê li Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i352975-Şahiya_Îniya_serkevtinê_bi_minasibeta_serkevtina_berxwedana_filistînê_li_Îranê
Meşa Nesr yan serkevtinê bi minasibeta şahiya serkevtina mêhwera berxwedana li hember êrişên Rejîma Siyonîst, piştî nimêja îniyê li bajarên curbicur ên welêt ji wan li paytextê hate lidarxistin.
(last modified 2025-01-17T11:52:36+00:00 )
Çile 17, 2025 11:18 Asia/Tehran
  • Şahiya Îniya Serkevtinê bi minasibeta serkevtina berxwedana Filistînê li Îranê

Meşa Nesr yan serkevtinê bi minasibeta şahiya serkevtina mêhwera berxwedana li hember êrişên Rejîma Siyonîst, piştî nimêja îniyê li bajarên curbicur ên welêt ji wan li paytextê hate lidarxistin.

Ev meşa bi minasibeta serkevtina berxwedanê li dû agirbesa duh a Hemasê û bi amadebûna umeta hizbullah û nimêjkirên nimêja Îniyê hatiye lidarxistin.

Di daxuyaniya Konseya Hevahengiyê ya Teblîxata Îslamî ya bi minasibeta meşa Îro de hatiye: Hevhatina agirbesa Xezzê û qebûlkirina hemû şert û mercên Hemasê, destkevteka girîng û nîşaneya serkevtina vîna netewê berxwedêr a Filistînê û şikesta stratêjîk a dijmin û nîşaneya serkevtina xwîn li hember şûr û li hember Rejîma Siyonîst e û tecrûbeyeka stratêjîk ji bo mêhwera berxwedanê û azadeyên cîhanê ye.