Iraqçî: Îran piştgîriyê dide Berxwedan û Yemenê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i352627-iraqçî_Îran_piştgîriyê_dide_berxwedan_û_yemenê
Wezîrê karên derve yê Îranê got: Îran bi hemû hêza xwe piştgiriya bereya Berxwedanê û gelê Yemenê dike, her çend yemeniyan nîşan dane ku pêwîstiya wan bi tu alîkariyê nîne û tevî şert û mercên dijwar ên aborî û leşkerî li ser lingên xwe radiwestin û li ber xwe didin.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Kanûn 24, 2024 14:08 Asia/Tehran
  • Iraqçî: Îran piştgîriyê dide Berxwedan û Yemenê

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Îran bi hemû hêza xwe piştgiriya bereya Berxwedanê û gelê Yemenê dike, her çend yemeniyan nîşan dane ku pêwîstiya wan bi tu alîkariyê nîne û tevî şert û mercên dijwar ên aborî û leşkerî li ser lingên xwe radiwestin û li ber xwe didin.

Seyîd Ebas Iraqçî di tenişta  14`hemîn Civîna Giştalî ya Berpirs û rêvebirên siyasî yên hêzên çekdar de got: Hêzên yemenî bi palpiştiya  mûşek û alavên xwe yên xwecihî yên berevaniyê, ji destpêka Bahoza El Eqsayê ve, roleke bêmînak di berevaniya ji gelê Filistînê de lîstin. Wî herwiha got: Di dema ku di bin bombebaranên herî tund ên hevpeymaniya Amerîka- Siyonîst de bin jî, bi mûşekên xwe dilê Erdên Dagirbûyî dikin armanc. Iraqçî got: Yemenî zêdetir ji ya ku hêvî dihate kirin berevaniya doza Filistînê de,  xwe nîşan dan û kiryarên ku ji bo piştevaniya ji Berxwedan, Hemas û doza Filistînê pêk anîn, bêmînak bûn û ji hêviyên gelek kesan wêdetir bûn.