Kanûn 17, 2024 20:10 Asia/Tehran

Rêberê Şoreşa Îslamî mafên jin û mêrê di nav malbatê de wek hev dan zanîn û got: Li pişt duruşmên femînîstî û azadî û mafên jinan, armancên dijî mirovanan û siyasî veşartî ne.

Rêberê Şoreşa Îslamî roja sêşemiyê di hevdîtina bi hezaran jin û keçan da amajeyî nêhêrînên curbicur li bara mijara jinan li cîhanê kir û got: Sermayedar û sîyasetmedarên ser bi wan  bi hebûna medyayên bibandor li cîhanê, bi derewan û di bin navê têorîyeke felsefî û mirovdostane de, mebestên xwe yên cinayetkarî û qirêj bona destwerdana nav kar û barên civata jinan a cîhanî û bidestxistina berjewendîyên nerewa, vedişêrin.

Wî rastbêjnebûn û durûtî wek rêbazên hertimî yên kolonyalîst û sermayedarên welatên rojavayî da zanîn û ji bo vê durûtiyê anîna jinan nav karistanan ji bo dabînkirina hewcedariyên pêşeyan li kedkarên bi miaşê kêm di bin navê azadî û serxwebûna jinan de, wek nimûneyeka vê durûtiyê bi nav kirin.

Hezretê ayetulah Xamineyî, di berdewamiya axaftina xwe de pêşketina ecêb a jinên îmandar, jîr û çalak di warên curbicur de piştî serkeftina şoreşê, li ser vê nihêrîna bilind nirxand û got: Rola jinan di tekoşîn û serkeftina şoreşê de diyarkir bû.

Rêberê Şoreşa Îslamî çalakiya giran a di warê siyasî û navneteweyî de û rola wê di bûyerên weke Berevaniya Pîroz yan şerrê di navbera Îran û Iraqê de, berevaniya ji bargehan û di qada siyasî de weke diyardeyên din ên geş ên çalakiyên jinan piştî serkeftina şoreşê dan zanîn û got: Jinên îranî bi giranbûn, şerm û fediya xwe karîn nasname, çand û kevneşopiyên dîrokî yên welêt biparêzin.

Rêberê Şoreşa Îslamî di beşa dawî ya axavtina xwe de amajeyî pirsgirêkên navçê kir û got: Bi vê liv û tevgera ku li Sûriyê pêk hat û bi cinayetên Rejîma Siyonîst û Amerîkayê û alîkariya hinekên din ji wan re, dijminan wisa fikir kirin ku mijara berxwedanê bi dawî bûye, lê gelek di xeletiyê de ne.

Hezretê ayetulah Xamineyî, bal kişande ser berxwedana Xezzê li hember êrişên rojane yên siyonîstan û berdewamiya berxwedana Libnanê û got: Rejîma Siyonîst wisa difikire ku bi riya Sûriyê xwe ji bo dorpêçkirin û jinavbirina Hizbullaha Libnanê amade dike, lê yê ku dê kokbir bibe, Îsraîl e. Rêberê Şoreşa Îslamî bi pêgîriya li ser sekinîna Îranê li kêleka têkoşerên filistînî û mucahidên Hizbullahê û berdewamiya her cure piştgirî û alîkariyê ji wan re, hêvî xwest ku mucahid û têkoşer wê rojê bibînin ku dijminê geveze û gemar di bin lingên wan de binpê bibin.

Serepeyv