Deryadar Îranî: Hêza deryayî ya Îranê di asta hêzên deryayî yên cîhanê da ye
Fermandeyê hêza deryayî ya artêşa Îranê got: Desthilatdariya deryayî ya Komara Îslamî ya Îranê li her quncikekî cîhanê tê dîtin.
Emîr deryadar Şehram Îranî, fermandarê hêza deryayî ya artêşa Îranê got: Îro rojê em bêyî hêz û alavên zav û bi palpiştiya li qaweta xwe, wek hêzeke deryayî li ser asta hêzên deryayî yên cîhanê ne. Deryadar Îranî her wiha got: Îro rojê eger hevalên min di kûrahiya oqyanûsê de nêzî şeytanê mezin bibin û bi serbilindî jê re bibêjin ku ev avên Komara Îslamî ya Îranê ne, ji ber wê ye ku ew ji ciwanên vî welatî, yên ku bi ol û îslamê perwerde bûne û bi dengekî wisa diqîrin, ditirsin
Fermandarê hêza deryayî ya artêşa Îranê got: Tiştê ku îro li alema Îslamê diqewime, vedigere ser rêbertî û rênimûniyên Îmam Xumeynî (re). Emîr Şehram Îranî got jî: Rêberê Şoreşê îro alahilgirê civaka îslamî li navçê û cîhanê ye, bi awayekî ku bi desthilatdarî keştiya Îslamê di vê okyanûsa tevragir a cîhanî de bi rê ve dibin.