Mijdar 27, 2024 18:36 Asia/Tehran

Fermandeyê Giranqedr ê Gişt Hêzên Îranê, zêdekirina amadetî û şiyana leşkerî erkê herî giring ê hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bi nav kir.

Hezretê ayetulah Xamineyî îro Çarşemî li hevdîtina digel berpirs û fermandeyên hêzên deryayî yên Îranê, bi rêzgirtina ji salroja 7`ê Mijdara 1980`an û  hemase xuliqandina  gemiya Pêykan li himber dijminê Be,sî ku wek Roja Hêza Deryayî hatiye bi navkirin,hêza  deryayî di cîhana îroyîn de weke hêzeke bingehîn û avaker bi nav kir.

Rêberê giranqedir ê Şoreşê  bi dayîna pesnê xebatênkarên curbicur ên  beşên operasiyonê, istixbaratî, piştgirî, avadankirin û nûjeniyê yên hêzên deryayî yên artêşa Îranê  got:

 Helêwsta  hêzên çekdar ên Îranê bi taybetî hêzên deryayî di hemû çalakî û  darêştina de divê jibo zêdekirina amadetî û hêza leşkerî de be. Hezretê ayetulah Xamineyî zêdebûna hêza leşkerî  sedema girtina pêşiya êrişa dijmin şa dijmin  da zanîn û got:  Karê  herî girîng ê hêzên çekdar ên Komara Îslamî,  girtina pêşiay destdirêjiyê ye  lewma  divê hûn bi awayekî çalak û hêza leşkerî  ya welat l li ber çavên çavnebarên Îranê  pêşçav û  giring bikin  ku tam hest bike dê her cure rûbirûbûnek dê ji bo wan giran tewa bibe.Rêberê Şoreşa  Îslamî, berdewamiya erkên deryavaniyê girîng  û pêîwst nirxand û got: Çawa ku berê jî hat gotin bi ziman û amûrê hunerî dikarin erkdariya  çend mehî ya  kompapopra 86 an û hûrgiliyên wê vegihezînin bo  raya giştî.Di destpêka vê hevdîtinê de, fermandê hêzên deryayî yên artêşa Komara Îslamî ya Îranê, Emîr deryadar  Îranî , raporek li ser plan û çalakiyên vê hêzê di warên curbicur de pêşkêş kir.

Serepeyv