Mijdar 25, 2024 20:36 Asia/Tehran

Rêberê giranqedir ê Şoreşa Îslamî li hevdîtina bi hezaran kes ji çîn û qatên curbicur ên Besîcî yên Îranê bal kişand ser wê yekê ku mekteb û hizr û ramana Besîcî ser du bingehên baweriya bi Xwedê û bawerkirina xwe hatiye avakirin û diyar kir: Ev du taybetmendiyên herîbaş dê bibin sedema têkbirina siyaset û pîlanên îstikbara cîhanî bin.

Hezretê ayetullah uzma Xamineyî rêberê Şoreşa Îslamî, Besîc di eslê xwe de wek  toreke çandî, civakî û leşkerî bi nav kir û bal kişand ser mayîndebûna wê ji ber resenatî û bingeha wê ya dîrokî û îranî û got: Îmam Xumêynî (RE) nêzî 3 heftiyan piştî girtina navenda sîxuriyê û  bertekên Amerîkayê yên bi lep û diranan,bi damezrandina Besîc di 26 Mijdara 1979-an ew ​​gefa mezin kir wek derfetek mezin û ev şecereya teyibe nav erdê civakî, çandî û leşkerî ya welêt de çand.Rêberê şoreşê haşakirina şiyanên gelan û heqareta li wan ji siyasetên hertimî yên hikûmetên serdestîxwaz bi nav kir û got: Li gora ayetên Quranê, Firon  heqaret li gelê xwe dikir da ku guh bidine wî  ûjê îtaetê bikin, helbet Firon ji paşayên îro rojê yên Amerîka û Ewropayê necîbtir bûJi ber ku ew  bêrêzî û heqaretê li gelên din jî dikin ku berjewendî û çavkaniyên wan talan bikin.  Îmam Xamineyî, Besîc berovajî vê heqareta netewî bi nav kir û bal kişand ser heqareta li dijî  Îranê bi taybetî di serdema Qecer ​​û Pehlewiyan de û destnîşan kir: Piştî Şerê Cîhanê yê yekem jî  wan rê nedan şanda Îranê beşdarê konferansa Parîsê bibe, helbet şoreşa Îslamî ev rûpel zivirand û  şan û şerefa netewî vejiyand.

Rêberê Şoreşa Îslamî  qala  pûçkirina pîlana kirêt a Amerîkayê di dawiya deheka 80 yê di mijara dabînkirina Uranyoma sedî 20 î de wek mînakek ji  rola morela Besîciyan kir û got: Di rewşae ku Îranê ji bo berhemanîna dermanan hewcertiyeke bi lez bi oranyoma sedî 20 ê hebû tevî peymana ku bi navbeynkariya du serokkomarên navdar ên cîhanê ji bo firotina wê hatibû girêdan,lê di nîveka muzakireyan de amerîkiyan dest bi hîle û xapandinê kirin lê zanyarên Besîcî yên Îranê ji wan  Şehîd Şehriyarî oryanyona sedî 20 hilberand û  amerîkî matmayî kirin û  ew komploya ku ji bo  teslîmkirina Îranê hatibû darêştin,hat pûçkirin.

Wî agehdarbûna ji pîlana Amerîkayê ji bo welatên navçeyê û rawestana li hember wê yekî din ji sedemên  xurtbûna besîcê li warê siaysî da zanîn û got: Rêya ku  Amerîka ji bo dabînkirina berjewendiyên xwe li herêmê  dixweze hebe meşandina Zilm û dîktatorî an  bêserûberî û anarşîsmê li welatan e. Hezretê ayetulah Xamineyî her wiha bal kişand ser pirsgirêkên niha li Filistîn û Lubnanê û got: bila kesên ehmeq wer nezanin ku bombekirina mal, nexweşxane û kombûna xelkê nîşana serketina wan e.Li cîhanê jî tu kes vê  yekê wek serketin nizane.

Rêberê şoreşê bal kişand  ser wê yekê ku dijmin li Xezze û Lubnanê bi ser neketiye û dê bi ser nekeve jî û got: Hikmê girtinê ku wan bo Netanyahu dan jî têrê neke divê hikmê îdamê ji bo wî û van rayedarên cinayetkar bê dayîn.

Wî cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezze û Lubnanê berevajî xwesteka cinayetkaran sedema xurtbûn û bihêzkirina berxwedanê zanî û got: Ciwanên wêrek û bi xîret yên filistînî û lubnanî ji herçîn û qatekê dema  dibîne k çi ew li qada şêr hebe çi jî nebe, li ber bombebaran û xetera mirinê ye ji bilî şer û berxwedanê ti rêyekê ji xwe re nabîne lewma ehmeqên cinayetkar jixwe bi destê xwe bereya  berxwedanê bihêz dikin û bi pêşde dixin.

Serepeyv