Setalayta îranî bi awayeka serkevtî hate avêtin
Satelaytên îranî yên Koser û Hodhod wek yekemîn satelaytên pişka sivîl li welêtî, ji binkeya avêtinê ya Vostoçniyê ya Rûsyiê bi satelaythilgira Sayûzê, bi awayekî serkevtî hatin avêtin.
Hesen Salariye, serokê saziya fezayî ya Îranê, piştî avêtina setelaytan ragihand: Îsal 5 heta 7 avêtina satelaytan a navxweyî û navneteweyî yên me hene, ku beşek ji wan dê bi bikaranîna satelaythilgirên Sîmorg û Qaêmê bên kirin. Salariye herwiha got: şandina mirovan bo fezayê û lêkolînên fezayî beşek ji belgeya stratejiya fezayê ya Îranê ye û bi piştevaniya pişka sivîl û hêza navxweyî em ê zêdetir nêzîkî cîbicîkirina van armancan bibin.
Satelayta Koser, yekemîn berhema fezayî ya kompaniya îranî ya Omîdfazayê ye ku standarda satelaytên çarkunckî dişopîne, ku dem û xercê pêvajoya çêkirinê kêm dike. Hodhod jî satelaytek bi standardên satelaytên çarkunckî ye û pêispartiya wê ew e ku platformek taybetî ji bo raberkirina karûbarên înternetê yên kelûpelên Navneteweyî pêk tîne.