Cotmeh 24, 2024 17:56 Asia/Tehran
  • Îrewanî: Operasiyona leşkerî ya Îranê bersiva qanûnî ya li hember êrişên Rejîma Siyonîst bû

Nûnerê Îranê li NY ji bilî rexneya ji piştgîriyên Amerîkayê ji Rejîma Siyonîst, êrişa Îranê ser Îsraîlê mafê rewa yê bona berevaniya ji xwe da zanîn.

Emîr Seîd Îrewanî, balyoz û nûnerê hertimî yê Îranê li NY di civîna Konseya Ewlehiyê, kiryar û siyasetên Amerîkayê li Sûriyê rexne kirin û got: Îranê qet êrişekî dijî Îsraîlê destpê nekiriye û tenê li ser bingeha mafê berevaniya rewa ya anegorî qanûnên navnetewî pêngav rakiriye di halekî da ku Amerkayê hertim piştgîrî daye cinayetên Rejîma Siyonîst.

Nûnerê Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî amajeyî piştgîriyên bênavber ên Amerîkayê ji Rejîma Siyonîst kir û destnîşan kir: Bêyî piştgirîya Waşîngtonê, ev rejîm nedikarî êrîş û kiryarên xwe yên hovane yên dijî Filistîn, Libnan û Sûryê berdewam bike.

Serepeyv