Îranê daxwaza şermezarkirina êrişa terorîstî ya li Mîrcaweyê ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya NY kir
Îranê ji konseya ewlehiyê ya NYxwes ku bi tundî kiryara terorîstî ya bi nefret ya Ceyş el-Edlê li Mîrcawê şermezar bike û li gorî pabendbûna xwe ya cidî li warê rawestana li ber têrorîsmê bi hemû şiklên wê pêngavên pêwîst hilîne.
Emîr Seîd Îrevanî, nûnerê dayimî yê Komara Îslamî ya Îranê li NYdi nameyekê de bo sekreterê giştî yê NY û serokê dewreyî yê Konseya Ewlehiyê, derbara êrişa terorîstî ya Mîrcaweyê got: Ev name piştî êrişa terorîstî,hovane û tirsonekane ya koma terorîstî ya Ceyş El-Edl li dijî Komara Îslamî ya Îranê tê şandin.
Di vê nameyê de hatiye: Ev koma têrorîst a ku ji aliyê welatên biyanî ve piştgirî dibe, girêdayî DAIŞê li Xorasanê ye û di êraşeke terorîstî de ku li sînorê bajarê sînorê yê Mîrcawe ya ser bi parêzgeha Sîstan û Belûçistanê pêk anî,bû sedema şehîdbûna 3 sînorparêzên Îranî û berpirsiyariay vê êrişê da istûyê xwe.Wî daxwaz ji koseya ewlehiyê dike ku vê kiryara bi nefret ya têrorîstî mehkûm bike û li gorî pabendbûna xwe ya cidî li warê rawestana li ber têrorîsmê bi hemû şiklên wê pêngavên pêwîst hilîne.