Balyozê Îranê buxtanên bêbingeh ên Amerîkayê derbarê hevkariya Tehranê bi Ensarullaha Yemenê re red kir
Emir Seîd Îrewanî, balyoz û nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li NY di nameyekê de bo serokê Konseya Ewlehiyê û sekreterê giştî yê NY tawanên bêbingeh ên Emerîkayê li bara hevkariyên Îranê bi Yemen û Ensarullahê re red kir.
Di nameya Emîr Seîd Îrevanî Nûnerê Daîmî yê Îranê li NY de wiha hatiye gotin: Ev name li bersiva civîna Konseya Ewlehiyê ya NY di 8ê Tîrmeha 2024an bi navê Rewşa Rojhilata Navîn e ku tê de nûnerê Amerîka cardinê ji ji rojeva navborî dûr ket ku buxtanên bêbingeh li dijî Komara Îslamî ya Îranê derbarê rewşa Yemenê bixe rojevê.Îrewanî got:
Îrevanî her wiha got: Îranê careke din bi tundî van tohmetên bêbingeh red kir û di wê baweriyê de ye ku ev tohmet tenê beşeke ji rojeva siyasî ya Amerîkayê ye ku armanca wê nixumandin û rewakirina destdirêjiya ser serwerî û yekparçeyiya axa Yemenê ye bûye sedem ku hitbara konseya ewlehiyê û NY lawaz bibe.
Îrewanî tekez kir: Îran ji çareseriya aştiyane yaqeyrana Yemenê bi rêyên dîplomatîk piştgiriyê dike û teqeziyê ser pabendbûna xwe bi ewlehiya deryayî û azadiya deryavaniyê dike û destdirêjiyên Amerîka û hevpeymanên wê li dijî serweriya Yemenê şermezar dike.