Boykot, zilm û cinayet, bingeha mafên mirovan a Amerîkayê li himberî gelê Îranê
Sergêrê Wezareta karên Derve ya Îranê, binpêkirina mafên gelê Îranê ji wan boykotên zalimane bingeha mafên mirovan a Amerîkayê bi nav kir.
Elî Baqirî Kenî, Sergêrê wezareta karên Derve ya Îranê bi weşandina peyamekê li Twitterê amaje bi derbasbûna zêdetir ji 36 salan ser kiryara necamêrane û terorîstî ya Amerîkayê di êrişa ser balafira rêwiyan a Îranê li Kendava Farsê kir û nivîsî: Binpêkirina mafên gelê Îranê ji aliyê Amerîkayê ve bi awayên curbicur, ji wan bi sepandina boykotên zalimane berdewam dike.
Sergêrê wezareta karên Derve ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku Komara Islamî ya Îranê li hemberî cinayetên hanê bi hêz rawestaye û tevî hemû van zextan serbilind bûye û got: Destwerdanên neqanûnî yên Amerîkayê li deverên curbicur ên cîhanê , ev welata kiriye wek yek ji binpêkerên herî girîng ên mafên mirovan li cîhanê.
36 salan berî niha, 2 Tîrmeha 1988 an di encama êrişa Paporê Vînsênsê bi mûşekê ser balafireke rêwiyan a Îranê, her 290 rêwiyan ku di nav wan de 66 zarok û 53 jin hebûn, şehîd bûn.