Baqirî û Bin Ferhan li Rûsyayê hevdîtin pêk anîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i348734-baqirî_û_bin_ferhan_li_rûsyayê_hevdîtin_pêk_anîn
Sergêrê Wezareta Karên Derve ya Îranê û Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Seûdî li ser mijarên eleqedar ên dualî, navçeyî û navneteweyî axivîn.
(last modified 2024-06-11T13:23:25+00:00 )
Hezîran 11, 2024 16:52 Asia/Tehran
  • Baqirî û Bin Ferhan li Rûsyayê hevdîtin pêk anîn

Sergêrê Wezareta Karên Derve ya Îranê û Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Seûdî li ser mijarên eleqedar ên dualî, navçeyî û navneteweyî axivîn.

Li gorî rapora IRNA'yê, Elî Baqirî Sergêrê Wezareta Karên Derve ya Îranê roja Sêşemiyê li rex duyemîn roja Komcivîna Wezîrên Karên Derve yên Koma BRICS'ê li Nizhny Novgorod'a Rûsyayê digel Feysel Bin Ferhan Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Seûdî hevdîtin û gotûbêj kir.

Erebistan ji wan welatan e ku Koma BRICS'ê ew ji bo endamtiya fermî vexwendiye.