May 24, 2024 11:01 Asia/Tehran
  • Kenanî: Di liv û tevgera geş a Îranê de di warê danûstandinên navçeyî û navneteweyî de tu pirsgirêk çênabin

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranêteqez kir: Di liv û tevgera geş a Komara Îslamî ya Îranê de û rola wê ya kêrhatî û bi bandor di warê danûstandinên navçeyî û navneteweyî de tu pirsgirêk çênabin.

Nasir Kenanî îro Înê tekez kir: Bi saya hebûna rêberê hekîm û miletekî mezin, emegdar û hişyar, dê  geşepêdana tevgera Komara Îslamî ya Îranê û rola wê yakêrhatî û vaker û bibandor li peywendiyên navçeyî û navdewletî  tu rawestanek pêk nayê. Wî amaje bi merasîma oxirkirina dîrokî ya şehîdên xizmetguzariyê li seranserî Îrana Îslamî kir û got: Îrana ezîz di bûyera diltezîn a vê dawiyê de serokkomarê gelanî, hêja û xebatkar  û wezîrê karên derve yê têkoşer û çalak ji dest da, lê di bin siya hebûna rêberê hekîm û mileteke mezin, emegdar û hişyar, dê  geşepêdana tevgera Komara Îslamî ya Îranê û rola wê yakêrhatî û vaker û bibandor li peywendiyên navçeyî û navdewletî  tu rawestanek pêk nayê.

Seyîd Îbrahîm Rayîsî û Husêyn Emîrabdollahiyan roja Yekşemê ji bo destpêkirina xebata bendava sînorî ya Qizqelesî ber bi parêzgeha Azerbeycana Rojhilat ve çûne, di encamê de helîkoptera ku tê de bûrastî bûyerê hat û di encama vê bûyerê de serokomar û wezîrê karên derve yê Îranê û şanda pê re şehîd bûn.

Serepeyv