Înna Lîllah û Înna Îleyhê Raciûn
Ayetullah Dr.Seyd Îbrahîm Reîsî, Xadim El-Riza û xizmetkarê komars Îslamî ya Îranê,Serokê Komara Îslamî ya Îranê di dema xizmetkirina bo xelkê de şehîd bû.
Helîkoptera hilgirê birêz Reîsî serokkomarê cîhadî, gelanî û xweştivî ku duh ji bo serdana bendava Xodaferînê û destpêkirina çend projeyên netewî û parêzgehî çûbû Azerbaycana Rojhilat, dema ji vê bendavê ber bi palîngeha Tewrêzê ve vedigeriya,ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê rastî bûyereke giran hat.
Tevî şandina bi dehan tîmên hawargîhaniyê yên bilez ji bo alîkariya serokkomar û hevriyên wî, ji ber nebaşbûna rewşa hewayê û mij û dûmana li navça çiyayî û daristanî hewldanên jibo peydakirina helîkopterê çend sietan dom kir. Dawiya dawî vê sibê komên alîkariyê yên gelanî û Heyva Sor bi rêya balafirên bêpîlot ên Îranê helîkoptera ku jorde ketibû, peyda kirin.
Di vê bûyera jordeketina helîkopterê de, Birêz Reyîsî Serokomar û hevriyê wî ji wan wezîrê karên derve Husêyn Emîr Ebdullahiyan, Ayetullah Alê Haşim,pêşnimêjê Tewrêzê, Birêz Rehmetî parêzgarê Azerbaycana Rojhilat û her wiha sertîmê parastina serokomar û pîlot û kadroya geştê yê helîkopterê û şehîd bûn.