Şîreta Kenanî li parlementerên Kanadayî
Berdevkê Wezareta Karên Derve pêşnumaya parlemana Kanadayê ya derbarê terorîstî binavkirina Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî bi tundî şermezar kir.
Nasir Kenanî Berdevkê Wezareta Karên Derve, pêşnumaya parlemana Gel a Kanadayê derheq terorîstî binavkirina hêza fermî ya Îranê, kiryareke ne aqilane û dijminane ye û berovajî pîvan û prensîbên hiqûqa navneteweyî û serwerî û destwernedana di karûbarên navxweyî yên hikûmetan de û mînaka êrişa ser serwerî û ewlehiya netewî ya Îranê bi nav kir û ew bi tundî şermezar kir.Kenanî her wiha got: Ev tevgera neberpirsiyarane rêyeke şaş e ku parlemanterên Kanadayê di deh salên borî de di bin bandora Rejîma Siyonîst de û di bin bandora komên redkirî û b qedr û qîmet girtine ber xwe.
Kenanî şîret li parlamenterên Kanadayî kir ku li ser bila li ser cih û şûna sipaha pasdaran li Îranê lêkolînê bikin ku bi rastî û agahiyên pêwîst nasiya bibin.
Berdevkê Wezareta karên dreve ya Îranê tekez kir: Kiryara bi nezanî û bê tedbîriya parlemana Kanadayê tu bandorek ser hêz û deshilatdariya vê hêza bi rûmet û serbilind a ku dilê gelê Îranê derketiye, nake.